Lawo, Tu yê Vegerî, Ez ê Ji Te Re Ji Mûşê Keçikekê Bibînim.’’



Kelecaneke mezin min girtiye, ji ber ku ji bo xebatê diçim welatekî navdar û xweşik. Serê sibehê zû hîşyar bûm, diya min ji min re taştê amade kiriye. Me taştê xwar, ez û hevaleke min ber bi balafirgehê ve çûn. Heval dibêjim lê tenê heval nîn e, xoşewîsta min e. Ew jî wekî min avahîsaz e, li Afyonê dayik bûye. Dê û bavê wê mamoste ne, Kemalîsteke mêzin bû. Roj bi roj me şer dikir, lê miroveke jîr bû. Carna heq dida min, carna jî fêm nedikir. Lê çi bikim çavên bê welatiyê kor be, an jî nedixwest ji me fêm bike. Lê keçikeke baş bû, porê wê û bejna wê kin bû. Çavên wê bi kurahî mêze dikir, fêm kirina jiyana me serê wê piçekî tevlîhev dikir. Ji ber ku Kurd nas nedikirin, Kurd çawa hez dike, ji bo wan malbat tê çi wateyê. Her tiştên me cûda bû, henekê me ji wê re henek nedihat. Ji ber ku pir azad mêzin bûye. Malbata me pir cûda ye, wekî hezkirina dê û xoşewîst…
Em hatin balafirgeha herî mezin a Stenbolê, êdî dema xatirxwestinê hat. Me hev maç kir û piçek jî xemgîn bûm, ji ber ku çûyîna min a yekem e, ez diçim welatekî dûr. Balafirgeha min hat û ez siwarî vê bûm, çawa ketim hûndir çavê min tîpên nas gerî. Lê min yek jî mirovek reşik nedît. Hemû spî û xweşik, nêzî çar seat şûnda em hatin Moskovayê. Yekî min stend û em çûn hotelekî, got ez êvarê bêm cem te û em ê dîsa biçin balafirgehê. Êvar bû dîsa rêya me destpê kir. Dîsa siwar bûm û dîsa her kes nas nîn e, îcar nêzî 5 seat şûnda peya bûm û hatim Noyabîrskê! Dîsa yekî hat min stand, ez bawerim ew Tacîk bû û got em diçin îstasyona tîrenê. Îcar jî rêyekî pir dirêj destpê kir, di jiyana min de hêrî dirêj panzdêh seat bû. Di vê panzdeh seatê xêrîbî û dirêj de mirov pir difikirê, piranî jî diya min a feqîr hat bîra min, min digot. Eceb niha çi dikê, hesrê çavê wê xelas bûye? An jî stran avêtiye ser min?
‘’Erê çawa na, ji xwe heft kur û yek keça min heye, yek ji wan jî li cem min nema. Tu tenê mabûyî, tu jî çû welatekî dûr û nikarim navê wî jî bêjim, kurê min, ferxê min, ma li vir kar tune bû?
 Rêya min a dirêj jî wekî her tiştî xelas bû. Ez hatim rawestgeha hêrî dawî, çawa derketim, yekê îlonê li erd berf hebû. (heyran ez hatim ku? Bersiv: Welcome to Sîbîrya!) Lê ti kes nehatibû pêşba ziya min, ez ji bîr kirime! Min telefonî şîrketê kir, wan jî got: ‘Heyran seat piçek tev li hev bûye, me got tu yê 2 seat şûnda peya bibî. Divê tu taksiyek bibîne û telefonê bide ajotkar! Min taksiyek zû dît û ketim hindir, hema zû bi zû telefonê da ajotkar.
Piçek bi Rusî xebar dan, telefonî girt û j imin pirsî: Tu ji ku yî? (ew diyalog wek ku hûn dixwînin bi kurdî bû)
Min jî bi matmayî got: Ez ji Mûşê me.
Wî jî got: Serçava ez jî ji Mêrdînê me. (yaw digotin Mêrdînî li her derî ne lê min bawer nedikir!! Kekoo, ajotkaroo tu van deran çi dikî? Li vî bajarê seqemgirtî!!)
Henek li aliyekî, dema ku di rê de, min çîroka wî ya eceb guhdarî kir. Nêzî panzdeh sal bêrî ji bo xebata înşaat hatiye vir. Aşiq bûye, çawa dest bi qala evîndara xwe kir, wê demê di çavên wî de kelecanek mêzin hebû, nîşan dibû, yanî mine w ferq kir. Hê jî wekî bêrî hez dike, panzdeh salan li xerîbiyê du hev zarokên wî çê bûne. Min jî di dile xwe de nehişt û pirsî : Keko tu li vir aciz nabî, qet beriya malbata xwe nakî? Piçek xemgîn bû û got: Dê û bavê min, dema ku ez piçûk bûm mirin, du hev kekê min hene. Ew jî li Almanyayê dijîn, lê deh sal bû em naçin cem hev. Piçek ‘pufff’ kişand û ji min re got: Dev ji min berdê, tu yê li vir çi bikî? Tu jî wekî min jinek xweşik li vir bibînî û li vir bijî? Kenek mezin ghat ber deve min û min got: Na lo! Ez ê vegerim, gelek li benda min disekinin. Piştre min ji hûndirê xwe de got; Eger ku rojek ez jî wekî wî kesekî an jî tiştekî wisa hez bikim. Ji bo min wê jiyan watedar bibe! Ji ber hezkirina xwe, va bûye panzdeh sal ku li vir dije. Em hatin dawiya rê, me xatir xwest, hejmara telefona xwe da min û got: Teqez çi bibe tu dikarî li min bigerî û çû!
Êdî ez li Sîbîryayê dijim, kar û bar pir e. Nêzî du meh bû ez li vir im. Di vê du mehan de min xebereke xweş min stand. Kekê min gêriya û got: Mizgîniya min li te. Hijdeh hev xwarzî û biraziyên te hebûn, bûn nozdeh. Navê wî xistine Berkan, xwedê emrê wî dirêj bike. Piştrê min diya xwe jê pirsî, got baş e, tiştekî xirab tune ye.
’’Kekê te çi dizanê ez çawa me. Mehê carek tê cem min seatek rûdine û diçe. Dîsa tênetiya min destpê dike, carna nêviyên min tên cem ji bo sebra min were. Zanim tu ji wan digerî û dibêjî biçin cem diya min. Lê kiro ti kes nikarê wekî te sebra min derxîne. Xoşewîsta te jî qet nayê vir, gawa ku li cem te bû digot ez ê roj bi roj werim, lê çûyîna te bû 95 roj tenê du caran hat vira. Ji bo pere ku şand j imin bîne. Lawo, tu yê vegerî, ez ê ji te re ji Mûşê keçikekê bibînim.’’
  Min ji kekê xwe bihîst ku, xoşewîsta min qet nayê cem diya min. Dema ku hatina min diyar bû, ji min re gotibû ez ê di du û sê rojan biçim cem diya te. Min jî got baş e, wê demê kartên min ê bankê bila cem te bisekine. Tu yê ji vir pere bidî diya min, got serçavan. Min telefonî wê kir û got: Heyran te negotibû, ez ê her dem biçim cem diya te. Min jî negot, heyran ne hewceyê di meheke de carek an jî du caran biçe bes e. Wê jî got: ‘’Erê, lê diya te min pir rehetsiz dike!’’ Çawa? ‘’Dema ku ji  telefonî min dike, carna nikarim vekim, dixebitim, ew jî deh caran digere’’. Min jî got: ‘’Heyran diya min meraq dike, tu jî dizani miroveke çawa ye. Divê tu jî bersiva wê bidî’’. Û ji min re got: ‘’Diya min ev qas li min nagere!’’ Dema ku tiştekî wisa got, pir aciz û sar bûm. Min jî got: ‘’Min diya xwe emanetî te kir û wisa hatim. Te çi kir, ji bo alikariya te hezar cara ava.’’ Her car jî dibêjim bila Kurd bi Kurdan re bibin xoşewîst, ha! we jî dît. Em hev fehm nakin :) Êdî ez bê xoşewîst im, Rûskî jî hîn bûme. Mala min heye, ajotkarê min heye û ez li Rusyayê me. Êdî kef kefa min e.
Bû şeş mehên min û ez li hêviya tatîla xwe disekînim. Lê patronê min î bêşeref li min geriya û got: ‘’piçek din jî bisekine, li wir tu kes nîn e ku kare te bike. Eger ku tu biçî, karkerên me nikarin bi tena serê xwe karên xwe bikin!’’ Min jî got: ’’Eger ev projê xelas bibê, êdî ez naçim derekî din!’’ Got: ’’Serçavan’’ Lê wisa nebû! Her dem min xapand, projê distand û digot:’’Dema ku te karên Rusyayê xelasî kir, ez ê te ji bo mehekî bişînim tatîlê, pirîm bidim’’. Lê patronê min î bênamûs dema ku ez hatim, ji bo panzdeh rojan min gazî Enqerê kir, ez dam xebatîn. Lê pirîmek pir xweş da, ez heqqê wî nexwim :)

Lê kemasiyeke mêzin di dilê min de hebû, ew jî diya min a feqîr û pîr. Min di wan rojan de ji birê min xeberek stand, ji min re got: ‘’Diya me ne baş e, di gurçika wê de kevir derketiye. Min hema telefon girt û telefonî diya xwe kir’’. Min got: ‘’Şemsa xanim, çi bû, çawa yî?’’ Û bersiv bi hers hat û got: ‘’Ji te re çi? Ji xwe tu nayî ez bimirim jî ne xema te ye!’’ Çawa xemgîn bûm nikarim bînim ser zimên. Lê çi bikim destên min girtî bû û min jî got diya min hindik ma ez ê werim cem te. Diya min jî got: Na lawo tu karê xwe binêre. Ez baş im.
 ‘’Ez çawa baş bim berxê min, nêzî salek bû. Min bê te du heb eyd dîtin, min çend hev stranan avêtin li ser te. Ma êdî ne bes e? Dî vegere!’’
 Piştî min bihîst ku, dîsa ji kekê xwe. Min çava telefonê girt, diya min jî yek stran avêtiyê ser min.
  ’Kiro bes e were, ji vê xerîbiyê
‘’Kiro lawo çav qetiya, li vê rûyê
‘’Wellê kamo û kido li min nemayê
‘’Kiro ez ê mektubê nivîsînim, vê sera bera
‘’Ez ê bidim li ser rûpelê van teyyara
‘’Ez ê bînim Rusyayê ferxê xwe re’’
Ca binêrin, çi xweş distriyê. Niha ez ê li vê stranê kesekê/î ne Kurd re nîşan bidim. Tehma vê çawa bistînin. Dengbêj tê çi wateyê nizanin û fehm nakin. Ji ber vê yekê jî, divê Kurd bi Kurdan re, Rûs bi Rûsan re, Tirk bi Tirkan re... whd.
Ez nêzî dû salan li Rusyayê mam û piştrê vegeriyam Stenbolê. Ez dikarim ji bo Rusyayê pirtûkek binivîsîm lê dema ku yekê/î ji min Rusyayê dipirse, dibêje çava bû? Tenê bêrîkirina diya min û strana wê tê bîra min.

Yorumlar