Nivîsandin ji min, xwendin ji we



     Rojek ji rojan dîsa ber bi Enstîtûya pîroz ve diçim, rêya min pir dirêj e, Gulsuyu-Unkapani (ne dûr e zanim, lê ez bi balafirê zûtir diçim Mûşe) metro û keştî felan bevan... Edî piçekî hînî Kurdî bûme û dixwazim hin tiştan binivîsîm.
Lê çi?
Wê rojê ez li malê zû derketim, ji keştiyê peya bûm û ber bi Halîçê ve çûm, ez li hembêrî behrê, li binê darekî rûniştim, lenûska xwe derxist û destpê kir.

Gulnexwîn

Di germahiya çolan de siya mijangên te!
Mîna siya daristanên Dêrsimê.

Di çolên bê av de ramûsaneke te!
Mîna ava Serhedê ye.

Laşê te!
Di zivistana Xartosê de tîrêjên tavê.

Çavên te!
Ji yên riya xwe wendakir re pêşandêr stêrk e.

Destên te!
Bang kirine azadiyê, bê tirsî!

Hinarokên te!
Di çiyayên Kurdistanê de spîsore bukanî.

Porên te!
Bîna gulnexwîn e, dermanê her derdan e...


Yorumlar