Li Hemberî Kapîtalîzmê Hawara min

Construction Workers by Walt Louderback

  Min 2009’an de zanîngeha xwe xelas kir û vegeriyam mala xwe, mala diya xwe. Kekê min ji bo min sûprîzek amade kiriye. Ji diya min re gotiye:

‘’Xelef bêriya meqarneya te kiriye’’. Feqira diya min ji sê cûre meqerne amade kiriye, yek bi avabacana, yek bi penîr û yek jî nizam bi çi bû. Xwedê birayê min nehêle! Jixwe min çaxê zanîngehê têrî xwe meqerne xwaribûn. Min dixwest, roja yekem, li mala diya xwe kutilkan, tirşikê bixwim. Lê mixabin çavê xurbetiyê û çavê birayê min kor bibe ku hê jî qala vê tiştê dike. (Di dilê min de maye, hê jî mijar vedibe aciz dibim)

  Rojek hevalekî min ê ji zanîngehê li min geriya û got: ‘’Karek heye, ji bo Hoteleke penç-stêrk ‘Şantiye Şefî’ digerin. Ger ku tu bixwazî navê te bidim wan!’’

Min jî got: ‘’Hay hay ☺’’ ji xwe hatime, nizanim bûye çend meh û bê kar mame. Karê min î yekem li hoteleke pênc-stêrk bû. (Ji bo kapîtalîzmê, hotelek ji  hêjmara stêrkên xwe tê fêm kirin. Çiqas stêrk ewqas kapitalizm -köfte hesabı-) Roja yekem a karê xwe, çûm û patronê min gazî hemû karkeran kir û ez nasî wan kirim. Ji sê sed kesî zêdetir bûn, bawerim piraniya wan jî Kurd bûn (Piştrê, ez hîn bûm ku hemû Kurd in). Êdî me hev nas kir û karê min destpê kir. Karê min ê şîrketê dekorasyon bû. Min vê deme, di karê xwe yê yekem de tiştek ferq kir ku boyaxçiyên herî baş ji aliyê Serhedê (Wan û Mûş), hesinkarê herî baş ji Amadê, karkerên herî baş ê îzolasyonê ji Dersîmê ne. Çima piraniya karkerên înşaatê Kurd bûn? -Bersiv hêsan e ji xwe, em bê dewlet in. Em feqîr in, jixwe tu biçî kîjan welatî, qûral eynî ye:  feqîr ji bo dewlemendan dixebitin-

Ji min re hemû tişt eceb dihat, ji ber ku karker her dem li cihên ne baş radizan. Konteynirek hebû, 8 kes li wir diman, ji bêhnê te nikaribû biçî destşokê. Ti kes newerî tişteke bibejî, ger devê xwe vekin ê ji kar bên avêtin. Ditirsiyan… Carna ji min re hin tişt digotin, lê ez feqîrê xwedê, nû ketibûm kar, ez jî ditirsiyam. Piştrê ew kar xelas bû û ez çûm Kadikoyê dîsa ji bo çêkirina hoteleke penç-stêrk dest bi kar kir..

Li wir jî her tişt wek a berê bû. Karker, jiyana karkeran eynî bû.  Patron, nêrîna patron eynî bû.

Ev kar jî xelas bû, îcar çûm Teqsîmê û dîsa eynî tirşik…

    Min nedixwest edî hotelan çêbikim û min bere xwe karê çêkirina AVMeyan. Lê ji hotelan xirabtir çi heye? Bersiv: AVM. Ez çûm MecîdiyeKoyê, êdî di karê xwe de ji xwe bawer im. Karkerên me çi bixwazin heta ku ji deste min dihat, min alîkariya wan dikir. Rojekê, hostê yên me hatin cem min û gotin: ‘’Muhasebeciya me AGÎyên -Aile Geçim İndirimi- me nade me, va bû çend sal hê jî nadin.’’ Min jî got: ‘’Ez ê binerim.’’ Lê çawa binerim ez heyran, ez nû ketime kar! Lê min soz dabû, divê ez vê meseleye safî bikim. Min telefonî Muhasebecî Xanimê kir, min çawa dest bi mijarê kir wê jî got ji destê min tişt nayê, patron wisa dibêje. Min jî telefonê girt û li patronê xwe geriyam. Min çawa telefon vekir, patron got ez têm ba te, em ê baxivin û telefon girt. Hostayê min jî cem min bû, ji min bêhtir tirsiyabû, min jî got: ‘’Ne tirşe! Nikare te ji kar bavêje.’’ Wî jî got: ‘’Ez ji bo te ditirsim.’’ Bi rastî jî tirsiyam (Ji ber ku min nû îphonek stendîbû, min ê çawa teqsîtên vê bida ☺). Piçek dem derbas bû û patron hat, destpêka axaftina wî wisa bû: Xelef can, tu karkeran nasnakî! Ji tiştekî bidî wan têr nabin, xwestinên wan xelas nabin!’’ Ez jî ji bin simbilê xwe kenîyam û min got: ‘Ez tenê tişta ku haqê wan e dixwazim. Eger ku tu nedî, yek jî biçe gilî yê te şîrketê bike, vê demê ji bo te dijwartir nabe?’’ Vê deme ferq kir ku, tiştekî nexweş dike û got: ‘’Ez ê binerim.’’

Piştî sê mehan, rojeke hosteyê me hat û got: ‘’AGÎyên me îro didin.’’ Zanim pereye ku qala wî dikim ne gelek e lê li vir encam xweş e. Karê min î yekem ê AVM xelas bû û patron jî ji min re got: ‘’ Tu ji xwe re karekî bibîne, ji ber ku êdî em nikarin bi hev re bixebitin. (Min vê demî ferq kir, hê jî ji min aciz dibe ☺)

 Paşê ez çûm Florya û dîsa dest bi avakirina AVMeyeke kir. Rewşa karkeran eynî bû, lê cihê wan ê raketinê pir xerab bû. 12 kes di konteynirekê de jiyana xwe berdewam dikirin. Xwarinên wan ne xweş bûn. Ji bo karkeran potên herî erzan hatine stendin, mînak: ji bo personelên teknîk ‘Baret’ên 50 panotî distînin, ji karkeran re ên 5 panotî! Ji bo wan jiyana karkeran jî mîna ‘Baret’an bê qiymet bû. (Mijar hat ser ‘Baret’an ez dixwazim hin tiştan bibêjim; Li şantiyeyê mirovên bi baretan ji hev cûda dikin. Çawa? Bêjim: ‘’Baretên Spî = Avahîsaz û Endazyar ango Teknîk Personel; Baretên Şîn = Serokê Karkeran, Baretên Sor = ÎSG; Baretên Zer = Karker.) Li Tirkiyê binêre mirina mirovan -piraniya wan- li ser kar dibe (Bnr: işçi ölümleri). Her kes êvarê diçe malê xwe lê karker dimîne. Ji welatê xwe dûr in û ji malbatên xwe dûr in, hatine vira ji bo çi? Avahiyan ava bikin û rojekî jî nikarin bi malbatê xwe re bikevin hûndirê vê avahiyan.

    Min xelasbûna sê hotelên penç-stêrk, sê AVM û balafirgehekî dît. Nêzî du salan jî li Rusyayê xebitîm û nizanim çend heb Rezîdans jî çê kirir. Nizanim min çend kes nas kir, ji sedî çendê wan Kurd bûn nizanim, lê ji karkeran sedî not Kurd bûn. Di vê rê ya qembax de nizanim çend kes mirin nizanim.

Careke min ji xwe re got, edî naxwazim cihên ku gelek kês lê dixebitin bixebitim. Dixwazim avahiyên biçûk çêkim û kare min
î dawî destpê kir. Rojeke diçim kar, rojname dixwînim. Nûçeyek bala min kişand, sernivîs wisa bû. ‘’Nikaribû teqsitên xwe bide, xwe kuşt.’’ Mirovekî 37 salî bû. Dixwaze ji dereke mal bistîne, diçe bankayê û kredî dikşîne. Heft sala krediya xwe daye û sê mehan jî nedayê, ji ber ku KHK firmaya wan  girtiyê û karekî din jî nedîtiye ku bixebite. Banka jî ji desten wî mal û milke wî stendiyê. Mala wî 850 hezar panod bû wisa nivîsandibûn! Pir bala min kişand 850 hezar panod! Ez jî runiştim û min dest bi hesabkirina avakirina avahiyeke kir. Herî buha 200 hezar panod! Dîn bûm! Jixwe ji bo min avahî mîna av û xwarinê mecburî yê. Çima evqasî buha dihat firoştin? Ger hûn ji min bipirsin divê bê panod be…

    Vê deme hostayên me gazî min kir, ez çûm û wî jî got: ‘’Şef ev profîl 2 cm xwar e, ez çawa bikim?’’ Min jî profîlê nêrî, avahiya nêrî, piştre nûçe hat bîra min û min ji xwe re got: ‘’Tu çi dikî ez heyran, tu avahiyan çê dikî, karkerên me nikarin bistînin. Tu xwe diqelişînî ji bo piçkî erzantir be, ev jî diçin pênc qet zêde pere distînin. Mirov jî diçin distînin, nikarin pere wî bidin. Xwe dikujin!’’ Ji xwe kapîtalîzm wisa nîn e? Ti tişt di destê me de nîn e, wan çi bêjin em jî gotinên wan dikin. Lê êdî bes e! Û çûm şîrketê, min îstîfa kir…

    Îro bû salek, qet jî ne poşman im. Carna beriya karê xwe dikim, lê min soz da ji xwe re! Ez ê rojek biçim welatê xwe û karê xwe li vir bêperê bikim. Ji min re penir, mast û nan binîn bes e!

Yorumlar

  1. Payîza 2012an de li Tokîya Kirikkaleyê dişixulîm; xwarin/geh pîs û lewitî, li kon û konteyniran em radizan, qedemgeh û himam bi çûnûhatinê 1 km dûrî me û ser vekirî (payizê de).. ser hala jî taşeron perê me xwar.

    YanıtlaSil
  2. Casino Bonus Codes 2021 - CasinoBonusOdds.org
    2021 Top Casino Bonus Codes ⭐ Casino Bonus 슬롯 꽁 머니 Codes for Real Money 유흥가 Play & Slots ⭐ Get Exclusive Casino Bonuses from winwin토토 Top Top Real 블랙 잭 게임 Money Casino bet365 우회 Sites.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder