Kerê Garanê Çûye Televîzyona Bi Tirkî Standiye


Em li cem kaniyê bi hevalan xwe re gulle dilîstin. Kekê min Erhan bi dengekî bilind bangê min kir; ‘’Serkoo! Ji kê re dibêjim, waaa Serko were! Kekê Eşref ji Stenbolê hat û televizyon jî aniye! Min nefeseke xurt stand û hê nefesa min xelas nebibû ez gihîştîm malê. Min devê dêrî nêrî. Nêzî pencî hev sol hebûn. Jixwe derî jî vekirîbû, hemû malbat tom bûye. Apên min, dotmamên min, kurên mamên min û hemû cînaren me, beriya min bihîstîne. An jî nefesa min qasê ku ez difikirîm ne xurt bû û piçek dereng çûbûm malê. Kekê min ê Eşref çawa min dît, got: ‘’Serko min ji te re soz nedabû? Ha ji te re televizyon û bireng e ha! Bi rastî jî soz dabû û anîbû. Pir kefxweş bûm, ji ber ku wan salan televizyona hê nehatiye gundê me, televisyona yekem li mala me ye. Kî dizane belkî ev keçika ku jê hez dikim jî bi hinceta televizyonê bi bavê xwe re zêdetir were dîtina min, û hevalên min jî êdî ji mala me naçin. Lê televîzyon wekî niha rehet nebû. Nêzî deh rojan em li benda hostê sekînîn. Ew şevên ku gundî dihatin mala me û me bi hev re heta dereng li ber televizyona ku hê nehatiye vekirin çay vedixwar ji bîra min naçin. Bavê min û Kekê min Eşref jî forsa xwe diavêjin. Deh roja me jî wekî wisa, bi çay û fors avêtinê derbas bû. Hostê hat û televizyona me çê kir û got: ‘’Divê televîzyonê di rojekê de tene seh-çar seatan bê şixulandin.’’ Birayê min televizyon çawa tê vekirin, çawa tê girtin ji hostê hîn bû, hostê xatir xwest û çû. Kekê min dest bi şixulandina televîzyonê kir. Hemû kes bê deng, bê tevger bi nêrîneke sosret li televizyonê dinerin. Tenê Xalê Elbêrî (Ew jî cîranekî me yî pîr bû. Min keça wî hez dikir.) bi dengekî bilind çayê xwe bi kevçiyê tev dida. Dibe ku vê qotîka ku jê re dibêjin televixyon gelekî jî bala wî nekişandibe. Ya bi rastî Xalê Elberî çaya xwe bi dengekî bilind tev nedida lê, heyecan û bêdengiya li ber vekirina televizyonê ev deng wekî denge top û tifingan nişan dida. Bavê min bi avireke acis Xalê Elbêrî nêrî û dengek ji televîzyonê hat. Lê Hemû kes şaş mabû, ji ber ku ew mêrikê di nava televizyonê de bi Tirkî xeber dida û li malê jî tenê zarokên ku diçûn mektebe ji vî zimanî fêm dikirin. Bavê min gelekî qeherî li birayê min dinêre wek ku bibêje kuro te çima televizyona Kurdî nekirî û gotina xwe di nava xwe de nahêle; ‘’Kerê garanê, çûyê televîzyonê bi tirkî standiye!’’ Feqîrê dê û bavê min, bi eşqekî li ber televizyonê rûniştibûn lê anha fêm dikin ku tiştekî ji wî zilamê nava televizyonê fêm nakin. Kekê min piştî gotina bavê min ji tirsan nikarîbû tiştekî bêje. Lê ev tişt ji bo me, zarokan, ji bo ciwanan  xweş bû, ji ber ku me tirkî dizanibû û me her tim dikarîbû televîzyon temaşe bikin. Piştî ku televiyon ket mala me, adetên me jî guherîbûn, serê sibehê zû radibûn û me dest bi temaşekirina ‘’Susam Sokağı’’ dikir. Li wir Hostê Tahsîn hebû, her dem hin tişt çê dikirin. Kermît, Mînîk Kuş, Edî û bûdû hebû, Canavarê Kurabiye hebû. Min pir jê hez dikir. Rojeke biskiletê lawikekî xira bûbû û hatibû cem hostê Tahsîn. Wê demê çavê min li ser cîzmeyê wî taliqî mabû. Heta niha di jiyana xwe ya piçûk de tişteke wisa xweşik nedîtibû. Kî dizane belkî rojeke, weke vê televizyoneke cîzmeyek jî bikeve mala me. Ez jî mîna bav û birayê forsa xwe bi cîzmeya xwe bavêjim hevalên xwe. Ji xwe di gundê me de tenê cîzmeya kurê mixter hebû, zikê min pir diêşiya. Her roj dua dikir,digot bila cîzmeya wî wenda bibe, gur bixwin. Nizanim we çawa bibê lê divê cîzmeyek min jî wisa sor û xweşik hebe. Hema ez çûm cem kekê xwe, pirsî: ‘’Kekêcan tu yê kengî biçî Stanbolê ji bo xebatê?’’ Wî jî got: ‘’Çima xêr e?’’ Min jî destê wî girt û ew bir cem televîzyonê û ew sola xweşik nîşanê wî jî kir. Wî jî got: ‘’Soz nadim lê eger ku bibînim. Ez ê ji te re bînim.’’
Êdî roj roja min bû, min dest bi avêtina forsa xwe kiribû. ‘’Kekê min ji min re cîzmeyekî sor û pir xweşik ji Stenbolê tînê, êdî nîgê min qet çemûr nabe!’’ Hemû gund li benda cîzmeyê min bû. Ji bo cîzmêyê ev qas jî kelecanî dibe? Dibe heyran çawa na!  Êvar bû kekê min got fîlmekî pir xweş heye em ê temaşe bikin. Vê deme jî diya min ser sofrêyê kekê min re digot: ‘’Eşo Te ev televîzyon çawa kirî? Ji ber ku me bîst roj bêrî telefonê te kiribû, te jî gotibû; ‘’Pere min ji bo televîzyonê hê kêm in!’’ ‘’Ca bêje.’’ Kekê min jî got: ‘’Ca êvarê fîlm destpê bike ez ê ji we re bêjim.’’ Em jî bi meraq çûn cem televîzyonê û li benda fîlmê ku kekê min behsê kir man. Çawa fîlm destpê kir, Navê fîlm ‘’Kibar Feyzo’’ bû, Çawa Kemal Sunal xuya kir, kekê min jî got: ‘’Vî zilamî pere dabû min!’’ Diya min jî têr keniya û got: ‘’Eşo tu dîn î? Hemû kes têr keniya. Birayê min dît ku tu kes bawerî wî nakê, dirêj dirêj dest bi vegotina çîroka xwe kir;
Ca behêle, ji xwe bû 30 salê zêdetir. Hê jî henekê xwe bi min dikin. Divê çîroka xwe bêjim. Rast e, min telefonê diya xwe kir. Vê demê wê jî got: ‘’Eşo te  soz da zarokan, Serko jî hemû gundiyan re gotiye, Kekê min wê ji Stenbolê ji me re televîzyon bînê, divê teqez tu jî bînî!’’ Min jî got: ‘’Dayê wellê perê min têrî televîzyonê nakin!’’ Piştrê diya min jî got: ‘’Xwedê mezin e.’’ Erê xwedê mêzin e, lê ez ê çawa bikim? Min telefonê girt û ber karê xwe ve çûm. Wê demê li Beyoglu Şampiyon Kokoreçê komîtî dikir. Seat nêzî donzdehan bû, min dît hemû kes bi kelacanî dibêje, gotin Kemal Sunal hatiye! Min jî garsonekî pirsî. ‘’Heyran Kemal Sunal kî ye?’’ Got; ‘'Tu dînî artist e!’’ Vê demê li dikanê lawikê hêrî piçûk ez im. Ez ji bo topkirina tebaxên wala ên nêzî maseya Kemal Sunal çûm. Vê demê dengekî bangê min kir: ‘’Pişt, ca were!’’ Min jî nêrî, li maseya wan sê kes hebûn. Yekê wan jinek bû, jinek por zêr. Saet donzdehê êvarê bû, dîsa jî berçavkek mêzin li xwe kiribû. Mêr por xelek û dirêj bû. Berçavkê wî tune bû. Lê takimek rêş û îşlikek spî li xwe kiribû. Min jî got divê Kemal Sunal ev camêr be!
Ez jî çûm cem wan. Zilamê ku Tîşortê bê utî li xwe kiribû, ji min pirsî: ‘’Tu ji ku yî?’’
Min jî got: ‘’Ez ji Mûşê me.’’
‘’Tu li vir çi dikî, malbatê te li ku ye?’’
Min jî got: Hemû kes li Mûşê ye, ez li vir tenê me. Ji bo xebatê hatimê vir.
Got: ‘’Tu yê bi peren xwe çi bikî?’’
Min jî got: ‘’Divê teqez televîzyon bistînim, hemû gund benda min e.’’
Wî jî got: ‘’Perê te têr nake niha?’’
Min jî got: ‘’Sê meh şunda ez ê biçim.’’
Çawa min ji wî re wisa got, wî destê xwe avêt berîkê xwe, hemû pereyê xwe da min. Min got, ‘’ez nastînim, pere min heye.’’ Wî jî got; ‘’bistînê û sibe biçe. Sê meh li vir çima bisekinî!’’ Bi rastî jî teklîfekî pir xweş bû. Min stand, ew jî rabûn û çûn. Hemû kes şaş mabû. Lê ti kes wekî min hîs nedikir. Ji ber ku min dilê xwe de digot. Ew zilamê ku tîşortekî bê utî li xwe kiribû ajotkar e, lê ew Kemal Sunal derketibû.
Êdî pere min heye û sibeh dikarim televîzyonê bistînim û biçim. Ji xwe min jî wisa kir.
Zivistan dihat, Kekê min dîsa diçe Stenbolê. Hemû kes xemgîn e, lê ez na! Ji ber ku kekê min, ji min re cîzmeyê sor bîne. Kekê min çû Stenbolê ji min re got: ‘’Tu qet meraq neke, ez ê ji te re cîzmeyek bînim.’’ Dem derbas dibû. Hemû gund ji cîzmeyê min aciz bibû. Havîn hat û Kekê min jî hat. Lê kekê min soza xwe negirtibû. Cîzmê min neanîye. Kekê min çawa min dît, bangê min kir. Ji min re got: ‘’Serko tu qet meraq nekî. Min ji bîr nekir, em êdî mala xwe bar dikin û diçin Stenbolê. Tu yê solê xwe li vir biecibinî.’’ Çawa, min ev agahiyê bihîst, min dîsa nefesek stand û berê xwe da kaniyê. Qeriyam: ‘’Kekê min hat, cîzmêyê min neanî. Bila canê wî sax be, ji ber ku em diçin Stenbolê. Ez ê cîzmeyê xwe li vir biecibînim.’’ Min çawa wisa got, bavê min jî ez ji ser kaniyê kişandim û sîlleyek giran li min xist. Em bi hev re çûn malê. Li vir jî dîsa hers bû, got: Kiro ca bisekine, eyb e, şerm e. Hê apên te nizanin. Ca em biaxivin, piştrê çi gû dixwî dîsa bixwe.’’ Ji xwe dîyar bû. Bavê min nedixwest, lê hemû birayan dixwest. Tenê ji min piçûktir birayekî min heye. Navê wî Xelef e, hê nikare xeber bide lê dizanim ji çavên wî diyar dibe, ew jî dixwaze ji ava Stembolê vexwe.
Roja çûyîna me diyar bû. Apên min nedixwestin, lê êdî em diçin. Dema ku Kamyonek hat û barkirina me destpê kir. Vê demê hemû gund digirîya, apê min ê Êmer gazî min kir. Ew jî wekî hemû kesî digiriya. Ji min re got: Serko kûrê min, neçe! Ez ê ji te re cîzmê bistînim.

Yorumlar

  1. Min bi rastî jî vê nivîsa te gelekî hez kir. Te serdemeka dîroka me Kurdan bi awayekî gelek zelal û xweş nivîsiye. :)

    YanıtlaSil
  2. Ez dibêm Yilmaz erdoxan nîyêt bike Vizyontele bikşînê. Eê îlhamê ji vê nivîsê sitêne :) vîzyontele-III (nexelef) . Destxweş :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas ji bo şîrove ya te. Lê ev qas jî mezin neke 😃

      Sil
  3. Li Mêrdînê, Kerboran gundek heye, Xelîla. Ew gund bi hezkirina xwe ya bi rengê sor navdar e. ''Bila so(h)r be, pênc qurîş zêde be'' ji vir derketiye (!). Ji çîroka malbata we diyar dibe ku hinek Torîtî heye :) saeta te xweş!!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Torî nebin, em nikarin bijîn :) a te xweştir

      Sil

Yorum Gönder