Birûska Reş



Ma xêrê! Çima ev qas kes hatine mala me? Heta vî rojê, mala me ev qas jî tijê nedibû. Hê sê-çar roj bûye ku hatime li vir. Di wan sê-çar rojan de hêrî zêde, di rojekî de çar-penç kesan dihatin mala me. Yaw biborin min ji bîr kir, ez her tim mala me dibêjim, lê birastî ne mala me ye. Xwediyê malê Şêxekî ye, mevantiya min jî hê çar roj bûye. Ti kes navê wî bikarnayîne, hemû kes dibêje; ‘’Şexê min, em xûlamê te ne’’ min pêşî digot;”çi navekî dirêj e”.Kî were mala wî, bi destê walahî nayên (piştrê hîn bûm ku, çiqas diyarî evqas xêr). Şêx, çi pîr xuya dike, çi jî ciwan. Di navberê wan de ma ye, bejna wî nêzî heşt tuxleyê( li cem me, her tişt bi tuxleyê tê jimartin. Min got bêjim ti kes şaş nemîne), lê piştre hîn bûm ku, ev qas jî di binê erdê de ye. Rikê wî û porê wî gewr, çavê wî qehweyî û rengê tenê wî reşik e. Rikê wî pir dirêje, hema bêjim, heta li ser zikê wî ye.  Her tim di salonê de li ser mîndereke reş rudine û mîllêt jî tên cem wî û derdê xwe dibêjin. Şêx jî carna nivşan çê dikir, carna jî nasiyatan digot. Lê îro nêzî sî kes in, di salona Şêxê de kom bûne. Dibe ku rojek balkêş be. Vî demê xoşewîsta min deng dide û dibêje; ‘’Rêşiko ma tu wateya îro nizanî?’’ Min jî got; ‘’na!’’ (ma ez feqîrê xwedê, jixwe haya min ti tiştê tuneye. Jixwe emrê min çendê!) Xoşewîsta min dibêjim, lê haya wê tuneye. Çav berdayê min, lê ji bo min tiştên wisa hê zû ye. Laşê wê reş, çavê wê jî sorê. Du heb jî baskên wê hene (eger hûn ji min bawer nakin, divê teqez bi çavên min re binerin. Vî deme hûn jî bi rehetî dikarin bibinin). Hê du seat bû, me hev nas kir. Ew jî wekî min bêhna xwarinê standiye û ji min bîst û dû roj bêrî hatiyê li vir û mevanê Şêxê bûye. Ji min ewil bi penç kesan re hevşabûye. Ew penç kesan jî di rojekê de çê bûye. Îro jî j i min re çav berdaye. Ez wekî wê û wekî malbata xwe nafikirim. Ji bo min hevşabûn divê bi eşqê were kirin. Jixwe li cem me hemû çêkirina zarokan wisa ye. Diya min û bavê min hevdu wisa naskirine û tekîliya wan tene du seat çê bûye. Dema ku diya min qala bavê min dikir. Navê wî jî nizane. Digot; ‘’Birûska Rêş!’’ Min hê tiştek wisa nekir. ji ber vê yeke xoşewîsta min jî dizane. Ez bakîrê me! Loma jî devdorê min naçe! Bi rastî ez ji wê gellek ceyran distînim. Eger ku ez tiştekî wisa bikim, dizanim ku bi baskê xwe ve min bifirîne!
Dema ku min got; ‘’Na’’ Xoşewîsta min bi hêrsbûyî ji min re dinere,(wekî mirovên ne jîr xuya dikim) lê ti tişt nabeje!(sedema wê çiye, jixwe hûn dizanin😊) Xoşewîsta min jî got;’’ Dema ku tu li vir nebû, digotin, rojî tê. Em jî tewdîra xwe bistînin, vê rojê dibe ku pir mevanan werin. Dibê ku ew roj jî vê roj be!’’ min jî got;”Vî demê baş e, dibe ku îro pir xwarin û vexwarin hebe. Em jî têr xwarin û vexwarinên bixwin û zikê xwe têr û tijê bikin”. Vî demê derdê min tenê xwarin bû, lê xoşewîsta min e çavsor min şiyar kir û got ca guhdar bike, çi qise dikin! Yekî ji civatê rabû piya xwe û tiştek pirsî, got; ‘’Şexê min, ez xulamê te me. Keça min dixwazê zanîngehê biçe. Ez nizanim çi bikim, bişînim an na?” Şêx jî bihêrsbuyî bersiv da; ‘’Eger jin li zanîngehê biçin, birûyên xwe bistînin û pantolonan li xwe bikin, ew diçe cehnema, kî destûr bide. Ew jî wekî keça xwe diçe cehnema!” Gava ku min ev hevokê bihîst, şaş mam. Çimkî serê sibeh Şêx bi keça xwe re mijûl bûn û got; ‘’Keça min zanîngeha te çawa diçe?’’ Dibe ku ez biçim, wî zilamê wekî xoşêwîsta min a çavsor çawa min şiyar kir, ez jî wî şiyar bikim. Baz dam, çawa ez çûm cem wî û min got; ‘’Xalo-Xalo Şêx te dixapîne! Keça wî jî diçe zanîngehê!’’ Min gotina xwe hê xelas nekiribû. Şimaqek ser min avêt, hindik mabû, ez di cihê xwe de bimirim. Ez jî şaş mam, min tiştekî ne baş jî nekiribû. Çima halo kir. An jî li min fehm nake? An jî naxwaze şiyar bibe. Ez jî dîsa vegeriyam cem dergistiya xwe. Wê jî got;’’Ma tu nizanî? Em wan fehm dikin, lê ew me fehm nakin, dengê me nabihîsin. Lê ji bo qehremantiya te ji te pîroz dikim. Dîsa şil û har bûm, ca were keleka min.’’ min jî got;” cehnema wan û cehnema te. Ez çi difikirim derdê te çiye” Min hê gotina xwe xelas nekiribû, dîsa yekî di civatê salonê de rabû û got;’’ Şexê min em xulamê te ne, derde min pir giran e. Ez û xanima min çar salê bi hevra nin. Hê xwedê ji me re zarokek nedaye. Cîh nemayê ku ji bo dermanek bigerin, di dawiyê de ji me re gotin. Cem Şêxê Evdo biçin, ew dikarê ji we re dermanek bibîne. Em çi bikin Şexê min?’’ Çavê Şexê dikeniya, diyarê ku pir kefa wî hatiye. Got:’’Xanima te li vir e?’’ Vî demê zilam jî sere xwe hejand û got; ‘’erê’’ Şêx jî got: ‘’ em ê piştrê vê civatê kurahî û bi taybetî biaxivin’’. Piştê seatek civat belav bû, zilam û xanima wê û Şêx bi tene man! Ez û xoşewîsta min jî bê deng man ku me nebînin. (min got bê deng lê xoşewîsta min hê dibêje;’’ Reşiko were em biçin odeyê din, ti kes jî nema. Bi tenê sere xwe bimînin’’ min qet deng neda, min got; ‘’hiş be, deng nayê’’) Vê demê Şex got; ‘’Xanima te îşev mevanê min e, tu dikarî biçî! Ez ê heta serê sibeh dua bikim, eleqedar bibim ku xwedê ji we re zarokek bide! Zilam ti tişt negot, rabû û çû!  Şêx jî rabû deqqekî şunda hat, di destê wî de tasek av hebû. Peşiya wê danî û li hemberê wê rûnişt. Deqqeyekî nifnifa Şêxê berdewam kir. Piştî nifnifa wî tasa avê stand û hemû avê bi serê wê re rijand. Keçik bê nefes ma û hemû cil û bergên wê jî şil bû. Piştrê Şêx got; ‘’Cil û bergên ji xwe ke, ez jî duayan bikim ku tesîrê duayên ji laşê te re zêde nêz bibe. Eger ji xwe nekî zarok jî nebe, mêrê te jî biçe bi kesan din re bizewice’’. Keçik piçek fikiriya û bedeng ma. Îhtîmalek mêzin, tirsiya an jî çawa min ji xoşewîstê xwe ceyran stand, dibe ku wê jî stand û xwe tazî rût kir, çavê Şêx vebû û got; ‘’Maşallah… Maşallah… Maşallah…’’ Laşê keçîkê wekî zêr bû, çavên mirovan re ronahiyek dida. Vê demê Şêx jî ji cihê xwe rabû, bi odeyê din ve çû, çenteyek rêş anî. Çawa çentê xwe yê rêş vekir û ji hûndirê çentê de du heb kelemçeyên derxist. Çavên keçik vêbûn û lê nikaribû tiştek bike, anjî kefa wê hat, anjî Di jiyanê xwe de fantaziyek wisa nedîtiye. Destên xwe direjê wî kir, Şêx jî destê wê û nîgê wê bi kelemçeyan re gire da. Li ser maseyê çep dirêj kir, lê tenê sere wê û singê wê li ser maseyê bû, yên din jêr ve ma. Piştrê bi desten xwe ve sê hep şimaqek xurt kûna keçikê xist. Keçik tenê digot;’’Axx’’ Şêxo piştrê dît ku keçik xwe têv dide. Dîsa ji aliyê çantêyê xwe ve çû û bendek derxist. ji ber ku keçik xwe têv nede. Bi maseyê ve gire da û îcar ji nav çentêyê xwe de şelaqek bi xemilandî derxist. Şêx bi dengekî kelecanî; ‘’Ez ê heft caran ji te re ceza bidim, eger ji te qet deng dernekeve, di dawiyê de ez ê ji te re diyariyek bidim!’’ gotina xwe xelas kir destpê kir. Yek-dû-sê-çar-penç-şeş û heft! Keçik qet deng neda! Tenê dema ku pê dixist, nefesa wê bilindtir dibû. Şêx jî bi eşqê dihat û zêdetir lê dida. Dema ku lê dan xelas bû, Şêx jî got;’’ eferim ji te re dizanim kefa te jî hat! Niha te diyarî heq kir!’’ û cilê bergên xwe ji xwe kir. Paş wê çû. Kelemçeyek ku di zenda pê de vekir û piyê wê jî vekir. Bi desten xwe ve keçikê şil kir, vê demê keçik ji ‘’ax’’ê xwe berda û tene digot;’’oxx’’ Şêx dît ku, kefa wê jî tê, hemû kelemçeyan vekir. Keçik bi kelacanî xwe avêt ser wî, paçî kirina wê destpê kir û got; ‘’Êdî nikarim bisekinim, tiliyên te naxwazim. Ez ji te dixwazim’’ Vê demê xoşewista min ji min re nêrî û xwe avêt ser min û got; ‘’Reşiko - xweşiko, ma dû roja min. Dû roj şunda ez ê bimirim, werê em ê têr û tijê hevşa bibin!’’ min got; çawa? Çima du roja te maye’’. Wê jî bersiv da;’’ Ez qurbana bejn û bala te, jixwe emrê me 28 rojê! Hêrî zêdê malbata me ev qas dijîn! Min jî duh fehm kir’’ min vî demê ferq kir. Dema ku diya min qala bavê min dikir. Her dem digot;‘’Ma em çi bikin, jixwe jiyana me wisa ye!’’ Min dev jê fiqirîna ber da û xwe avêt li milê xoşewîsta xwe. Bi rastî jî em difiriyan!(Çenteyekê min ê reş tune bû, lê xoşewîsta min, gurmeya hewşabûnê bû) Çavê me ti tişt nedidît û em li ser stûya Şêxê hatibûn. Şex wekî min di cihê xwe de nedisekinî, hemû laşê wî wekî min, xwêdan bibû! Wî ez ferq kirim û destê xwe avêt ser min. Min dît ku sîlleyek tê ser me. Baz dam, lê mixabin xoşewîsta min di bin destê Şêxê de pelçiqî û ket erde. Çûm cem wê, hê can nedaye. Ji min re nêrî û got;’’Tu hê ciwan î, çend rojên te ma, nizanim. Emrê me wekî wan dirêj nîne, ji me re dibêjin ‘Mêş’ ji bo wan em ti tişt in. Dê biçê, ji xwe re kesek din bibîne û jiyanê xwe têr û tijê bije! Ji ber ku tu jî rojek an jî di demek nêz de bimirî!’’
Qerîna Şêx û keçikê dihat, tene digotin; ‘’oxx’’ Min jî pacêyê nêrî. Min dît ku pacê vekiriye. Baskên xwe vekir û baz dam. Êdî di jiyanê min de wateyek din heye. Emrê min kin e, lê baskên min hene!   
                          

Yorumlar

  1. Ji zû da ye min çîrokek ewqas xweş nexwendibû saet xweş. Ez jî ji mala şêxa me bêmane :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mala te ava, ji bo şiroveya te. Biya min her kes ji malê Şêxê ye bêmane :)

      Sil

Yorum Gönder