SIRGÛNÊN BÊ-DAWÎ Û PENABERIYA MILLETEKÎ

      


Ajaldarî  û çandmendiya yekemîn li Mezopotamyayê hatiye kirin. Kengî dîrokzan qala Mezopotamyayê bikin, dibêjin; ‘’Mezopotamya di navbera Çemê Dîcle û Firatê de ye.’’ Firat ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike û di Başûr-Rojavaya Kurdistanê û li başûrê Iraqê digihije Çemê Dîclê û bi hev re dirijin kendavê. Ji ber vê yekê jî em bi rehetî dikarin bêjin, di jiyana Kurdan de pêşî koç kirin tunebû! Kengî li derdora Kurdistanê dewlet ava bûn; dagiriya Kurdistanê jî dest pê kir. Dagiriyê jî bi xwe re pirsgirikên mezin anîn. Kurdistan dibe çar perçê û dikeve bin destê dewletên din. Piştrê jî asîmilasyona kurdan dest pê dike. Di van asîmilasyonê kurdan de kîjan kurd hawara xwe bîne zimên; ev hawar ji aliyê hêzên hember ve tê fetisandin. Wê demê jî kurd bêgavî koç dikin. An jî bi zorê dibin ‘’qoricî’’. Jixwe ji bo asîmilasyonê jî bajarên kurdan hatin feqîr hîştin ku, Kurd mecbûr bimînin koç bikin! An jî wekî qoriciyan... Cîh û dewlet nemayê ku Kurd lê bimînin, bijîn. Di wan cîh û dewletan de hin Kurdan jî bar kiriye, çûne Anatoliya Navîn.  
  Anatoliya Navîn di nav sînore Tirkiyê de dimîne û sêzdeh bajarên cînarê hev in. Ev bajêr jî: Enqerê, Eskîşehîr, Qonya, Çankiri, Karaman, Kirşehîr, Kirikkale, Nevşehîr, Aksaray, Nîgde, Kayserî, Yozgat û Sîvas e. Kurdên Anatoliya Navîn, li wan bajaran dijîn. Kurdan li vir jî, li hemberê asîmilasyonan hawar kiriye/dike… Wek mînak li Enqerê ji bo parastina kevneşopiyên Kurdî û Kurdistanî di sala 2015an de Komeleya Kurdên Anatolia Navin (KOMKURD- AN) hat ava kirin. Û li gorî agahiyên ku me ji hevpeyvîna bi Şoreş Reşi re girtiye, em dibînin ku xelkê Anatoliya Navîn wek eşîran jiyana xwe didomîne û jixwe eşîr bûn tê wateya civakeke girtî. Di parastina kevneşopî, zimên, bawerî de girtîbûn roleke pir mezin dilîze. Her wiha hin Kurdên jî ji ber sebebên sîyasî û aborî koçî welatên din kirine hene. Wek nimûne; Di Asyaya Navîn de, li Kazakistanê ji 30 hezarî zêdetir, li Tirkmenistanê ji 50 hezarî zêdetir, li Kirgizistanê ji 20 hezarî zêdetir, li Ozbekistanê ji 10 hezarî zêdetir û li Tacîkistanê ji 50 hezarî zêdetir Kurd hene.
 Piştî derbeya leşkerî ya di sala 1980an de ya li Tirkiyê gelek tevgerên Kurd ên veqetînxwaz derketin holê û piştî vê tevgerê di encama lihevxistina di navbera Kurdan û hikûmetê de gelek Kurdan -di serî de Awrupa- koçî welatên xerîb kirine.  Û di eynî wextî de tê zanîn ku piştî şerê di navbera Kurdan û hikumetê de nêzî 3 milyon kesan ji cihê xwe bar kiriye û bi darê zorê dest bi jiyaneke nû kirine.
Wekî din dema ku em li dîroka Kurdan dinêrin gelek qetlîam jî dikevin pêşberî me. Helbet ev nayê vê wateyê ku êdî qetlîam an jî kuştin xelas bûne. Wek mînakeke em dikarin komkujiya Halepçe an jî wek navê duyemîn Enfalê meyzenin. Enfal di hişê kurdan de wek komkujiyekî cih digire û operasyonên rejîma Saddamê xwînrij ku di Sibata sala 1988an dest pê kir. Li 6 herêmên kurdan ji 8 operasyonên komkujiyê pêk tê. Di Enfalê de bi sed hezaran kurd hatin qetlkirin û li dora 5 hezar jî gundên kurdan ji binî ve hatin xerabkirin.
Sureya ku jî 75 ayetan pêk tê; tê bawer kirin ku di serdema Medîne de, di sala duyemîn ya şerê Bedîrê de hatiye daxistin. Sure navê xwe ji peyva ayeta yekemîn el-Enfal distîne. Enfal tê wateya xenîmetê şerê. Di sureyê de qala parvekirina xenîmetên di Şerê Bedîrê de tê kîrîn, çawa û ji kê re.  
Di salên 90î de li Kurdistanê xira kirina gundê Kurdan di penaberiya Kurdan de roleke mêzin digire. Ji ber sedemên siyasî yên di salên 90î de gellek malbatên Kurd dev ji axa bav û kalên xwe berdidin û diçin xeribiyê.
Kurdan her dem ji gundên xwe, çiyayên xwe û ji axa xwe bar kiriye! ji ber vê yekê jî gellek kurdan barî Ewropayê kiriye. Di Eropayê de, Firansayê 200 hezar, Hollandayê 80 hezar, Îsvîçreyê 60 hezar, Avusturyayê 50 hezar, Îngîltereyê 75 hezar, Danîmarkayê 8 hezar, Yunanîstanê 25 hezar, Swêdeyê 30 hezar û Almanyayê 1.200.00 zêdetir Kurd dijîn.
Ji ber şert û mercên nebaş ên penaberiyê, gelek tramvayên giran tên serê van kesên ku ji mala xwe derdikevin û diçin warekî din. Jixwe van kesan her tiştên xwe li cihekî hiştine û bi kaçaxî an jî bî rêyên gelekî bitalûke çûne welatekî dûr. Ji aliye din ve, nîştecîhên van bajaran ti tekîliyeke bi penaberan re nakin, ev jî sedemek mêzin e ku, penaber xwe xerîb hîs dikin. Vê demê mirovên penaber, hevalê xwe ji mirovên penaber hidibijêrin. Xwe dûr dixin.
Peyva entegrasyonê bi eslê xwe ji Firansî ye ‘’integration’’. Dema ku kesek diçe welatekî din hewce dike ku hînî hin tiştên wî welatî bibe, wek zimên, çand û hin tiştê din. Û çaxa ku mesele tê ser hînbûna jiyîna welatekî xerîb ev qonax wek entegrasyonê te bi nav kirin. Lê bele divê entegrasyon û asîmîlasyon ji hev baş bên veqetîn. Mirovên ku wek penaber çûne welatekî din ji bo ku qonaxeke entegrasyoneke baş derbas bikin divê xwediyên dewletê û niştecîhên wî welatî alîkariyê bidin penaberan. Û ji bo ku ev penaber çanda xwe biparezin hewce dike ku hin îmkan ji bo wan bên afirandin. Di nav van îmkanan da helbet ya herî girîng destûrdayîna parastina zimên e. Ji ber ku divê nayê ji bîr kirin ku zimên ew tişt e ku mirov dike mirov û helbet mirovek enceq bi zimanê xwe yê zikmakî dikare xwe xweş  îfade bike. Wekî din em dikarin bêjin di jiyana civakî de divê cih ji bo penaberan bên veqetîn. Mekteb, nexweşxane, pirtûkxane, cihê kar û bar divê ji bo penaberan li gorî çand û kevneşopiyên wan bên dîzayn kirin. Ger miletek, malbatek koçî welatekî xerîb bike û ji nişka ve xwe di nav jiyaneke xerîb de bimîne dibe ku ev tesîreke nebaş li ser wî bike.

                                    Xelefê Serhedî

Yorumlar