Erê wele diyariyê me texteyek ji bo firotina sîmîtan bû! Neyse ez zede dirêj nekim û wek fîlmê Emrahê biçûk tiştên acîtasyon nebêjim baştir e! Lê dîsa jî tiştek bêjim;" Dema ku kes ji welatê xwe dûr dibin, tên xeribiye helbet fekirî jî bibînin!"
Em dîsa werin ser meseleya xwe! Çend roj wisa ez û birayê min diçûn firotina sîmîtan! Rojekê biraziya min a çar salî got;"Apo sibeh ji min re jî sîmîtek bîne, ez tehma vê meraq dikim" min jî got;"Ez ê qurbana te bikim, helbet ez ê bînim" lê vî demê kekê min ê mezin, yanî bavê biraziya min got;" Divê tu sibeh hemûyan xelas bikî, ji ber ku deynên me hene" ez jî dîlemayî mam û rabûm ku biçim rakevim, biraziya min hat cem min û got;"Apo êdî tehma sîmîdê mereq nakim" hindik mabû bigiriyama! ( Biborin, naxwazim çîrokek bibe acîtasyonî, lê ez çi bikim wisa bû)
Serê sibehê zû rabûn û em pêşî çûn li cem dikana sîmîtfiroş, ez û birayê min her dem nêzî pêncî heb sîmît distendin, lê wê carê me nêzî sed heb sîmît stendin ku deynê malê jî bidin û êvarê sîmîtan bibim malê jî kekê min ji me re hers nebe!(ez hinek uyanix im, çi bikim)
Bi rastî fikra min kefa birayê min jî anîbû, me dest bi firotina sîmîtan kir, vê rojê jî karê me di cîh de bû, xweş dihat firotin! Êdî bû şev û sîmîtek tenê mabû, zilamekî dirêj hat ber me û vê sîmîtê xwest! Min jî di dilê xwe de got;"Eger ez vê sîmîtê bidim wî, ez ê ji biraziya xwe re bêjim çi?" Min jî got;"Kekê sîmît nema" wî tiştek negot û şimaqek avêt rûyê min sankî dinya bû tarî û ez ketim erdê, ez hê gêj bûm, birayê min jî ket cem min. Bêbavo şimaqek ji birayê min re jî avêtiye!
Em rabûn ser piya û me dît ku sîmîta me hê li wir e, me bi kefxweşî berê xwe da malê!
Em hatin devê deriyê birayê min got;"Kaka kaka, em sîmîtê veşêrin?" Min jî serê xwe hejand û biraziya me dengê me bihîst û hat ber me û destê me nêrî, dît ku walaye! Bi hêrsbûyî berê xwe zivirand ku biçe hûndirê, min bangê wê kir;"Gulêêêêê" min çawa kelecan bûyîna wê dît, min êşa şimaqê jî ji bîr kir! Hat ji destê min girt û pêşî bêhn kir û gezek avêt, ji çavên wê diyar dibû ku gellek hez kiriye! Em bi kêfxweşiyê ketin hûndir!
Kekê min ê herî mezin jî li hûndir bû, dît ku me sîmîtek nefirotiye ji hêrsan dîn bû, tiştek jî negot û şimaqek ji min re şimaqek jî ji birayê min re avêt, birayê min xwe negirt û giriya! Min jî ji berîkê xwe pereyan derxist û da wî, nêrî ku pere ji roja berê zêdetir e, rûreş bû, destê xwe avêt ku serê min miz bide, min nehîşt û ez jî çûm cem birayê xwe. Dengê dê û bavê min dihat ji kekê min re hers dibûn, piştre Gulê hat cem me û got;" hûn qehremanên min in" û me hembez kir! Her tişt ber çavên me xweş bû ji ber ku armanca me ew bû ku dilê biraziya xwe xweş bikim!
Yorumlar
Yorum Gönder