Hemû Kurdî-hezên Enstîtûyê Werin Ba Hev!


Ji kerema xwe re bifikirin!


   Ez Xelef im, an jî ne Xelef im, ev ne diyar e lê tiştek heye, Kurdbûn û kurdî-hezbûna min, ev jî qasê Çemê Çetelê zelal e. Di dilê min de her tim valahîyek hebû, ji Mûşê hetanî Sîbîrya (Ca bibêjin ji Sîbîrya dûrtîr ku der heye?), welêt welêt geriyam lê min tu tişt nedît. Ji xwe ya ecêb ev e ku ev valahî jî çi bû min ew jî nizanîbû. (Ciwanî zehmet e, serê mirov bi hin tiştan re mijûl dibe lê, ev tişt çi ye/ne? Bersiv not found!!)
 Di 2014an de hevalekî min ji min tiştek pirsî. Pirsa wî jî li ser dîroka me -erê we xelet texmîn nekir, li ser Kurdistana me ya bêbext-  bû. Lê mixabin bersiva wê pirsê li cem min tune bû. Piştî wê rojê min dest bi xwendina dîroka Kurdan kir. Min nezî çar salan li ser dîroka Kurdan lêkolîn kir. (wek ku forsa xwe diavêjim xuya dike lê, forsa çiii!! Xwedê meke)
 Min dîsa jî ji bo pirsgirêka valahiya di dilê xwe de ti çareserî nedît. Di vê navbere de min bar kir û hatim Stenbolê, hatim mala diya xwe (piştî vê gotinê xwe weke bûka ku vegerîbe mala bavê xwe hîs dikim) (û starana Sîmir Rûdan hat ser zimanê min, vegere gundê xwe, cihê me ev der e). Lê diya min Tirkî nizanîbû, min jî Kurdî nizanîbû û were ji nav vê meseleyê derkeve... Diya min gotina xwe bi Kurdî dibêje ez jî bersiva wê bi Tirkî didim. Rojên me wisa derbas dibin. Rojeke ji rojan min û diya min a pîr bi hev re xwarin dixwar, û diya min ji nişka vê bi dengekî xemgîn tiştek got:
-Kurê min ger ez ê rojekê bimirim, edî di mala me de kî bi Kurdî qise dike? (nizanim ev pirs ji ku hatibû bîra wê lê diyar e ku pîrbûn hin pirsan bi xwe re tîne)
Min jî got ‘’ez’’, wê jî bi henekî got;
-Ti kes nema û tu! Bavê te nikarîbû bi Tirkî avê bixwaze, tu jî bi Kurdî!
Wek ku hemû kesên li der dora min bixwazin ez hînî Kurdî bibim, ( gelo ev komployek e?), roja din jî yekî din min tişteke pirsî.
-Tu çima hînî Kurdî nabî? Ger tu bixwazî cihekî pir xweş heye! (Cihekî xweş tê çi wateyê? Avahî xweş e an?)
Û navê wî cihî jî got, Enstîtû menstîtû hin tişt got lê... Wê rojê ew nav ji bo min ne girîng bû, lê edî girîng e!
 Piştî van hemu bûyeran, min got xêrek di Kurdî de heye û çûm ser Feysbukê. Dema ku min Enstîtû nivîsand ew navê bimbarek hat pêşberî min; ‘Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê’. Ji wan re peyamek şand, gelo ez dikarim qeydê xwe çê bikim, bersiv hat, gotin qeydan detspê kiriye divê hûn werin vira û qeydê xwe çê bikin. Sibehê zû rabûm û ji bo qeyda dersên Kurdî çûm Enstîtûyê.

Dêrî vekir û ketim hundir;
-Silav û rêz! (Derew e, wî çaxî min nizanîbû ka ‘rêz’ çi ye, min gotibû merhaba! (Tirkiya min jî pir xweş e haa!!))
Mamosteyeke pir şîrîn bersiva min da;
-Tu bi xêr hatî! (Ew ne derew e bii rastî jî wisa got.)
- Ji bo qeyda Kurdî hatim (bi rastî min wisa got, ji ber ku ez piçekî xebitîbûm û wisa çûbûm (ez uyanik im haa!!))
-Got baş e!
Çaxê qeydê, axaftina min û wê mamosteyê mîna ya min û diya min bû, wê Kurdî dipirsî min jî bi Tirkî bersiv dida.
Dem derbas bû û roja dersa yekem hat. Bi rastî pir qelecan bûm, zû rabûm, cil û bergên xwe ûtî kir û ez çûm, min penûsek û lenûskek kirî... Rêya Enstîtûyê destpê kiribû û ez jî di vê rêya dirêj de rewiyek bûm, piştî demeke ez gihîştim Enstitûyê, min dît ku li ber dêrî de du-sê kes hene, min silavek da wan û ketim hundir. Hebkî meşiyam û ketim pola xwe. Hemû kesan dinêrim eceb hîs dikim, ji ber ku dizanim hemû kes ji bo zimanê xwe hatiye – lê hebkî jî, ne hebkî gelekî ecêb e, ji bo zimanê diya xwe ji Gülsuyu têm Unkapanı-. Tu li dinyayê bigerî, tu nikarî mirovên wisa bibîne ku evqasî dişibin hev, Xelefek, du Xelef, Sê Xelef.....
Diya wan mîna diya min e, derdên me eynî ne, kula me, êşa me yek e. Ez dixwazim ji cihê rabim û biçim wan hembêz bikim. Lê dengek bangî min dike, dibê;
-Dîno, ca bisekine, roja yekem e, tu wisa bikî nabe, benda rojên din bisekine, hebkî qaynaşmîş bibin 😊.
Dersa me di nava hêfteyê de, roja dûşem û çarşemê bû, rojekî hevalekî got;                  
-ewgotin ji bo min pir xweş bû!! yaw heta mirine nikarim ji bîr bikim.)

-Yaw kekê tu dizanî, min ji rojên şemî û yekşemê pir hez dikir, dûşem jî ji bo herkese roja ne xweş e (Tirk dibêjin Sendroma Dûşemê filan) lê ji bo min edî ne wisa ye! Êdî dibêjim bila dawiya hefteyê zû derbas bibe û ez biçim Enstîtûyê, bi Kurdî  xeber bidim, Kurdî bifikirim, Kurdî bixebitim û hevalên xwe yên rastî bibînim...

Çi gotinek xweş e, ne wisa? (Qebûl bikin, xweş e 😊)

Min jî ji xwe re got Enstîtû cihekî pir xweş e, hemû kes baş e û hemû kes dixwaze Kurdê vêşartî ê di nava xwe de derxînê meydanê û Enstîtû jî alîkariya wan dike.
Û paşê projeyeke enfes, lezîz het bîra min.
Ev proje, ji bo jiyaneke Kurdî derket hat avakirin. Ti qizincê min ji vê projeyê tune ye. Komîsyon jî nastînim!
Armanca vê projeyê kêmkirina polîtikayên asîmîlasyona ya li ser Kurdan e. Ji ber ku ger jiyan wisa biçe, piştî sedsaleki êdî zimanekî wekî Kurmancî namîne. (bnr: Deathlanguages).
Ger hûn bixwazin alikariyê bidin vê projeyê, şerta yekem divê hûn dest bi jiyaneke Kurmancî bikin!! Jiyaneke Kurmancî jî bi hevalên kurdî-axiv re destpê dike, rêya dîtina hevalên kurdî-axiv jî piranî ji Enstitûyê derbas bibe. (Helbet tu dikarî ji Twitter jî hevalên Kurmanc bibînê lê ji me re tiştên rasteqîn lazim in. Twitter têrî xwe qelb e! Li wir her kes canûkezeb e ger li kolanekî rastî hev bibin, îhtîmaleke mezin hev nas nakin.) Evqas kevir ji bo Twitterê bes in 😊 Vegerin projeya xwe qedir-bilind.
Weke ku hûn hatin Enstitûyê û hûn dixwazin ji xwe re hevalan an jî xoşewîstekî (helbet hûn dikarin sê-çar xoşewîstan jî bibînin lê mekin ha, şerm e, şerm.) bibînin, xeyal dikim. Di vê rêyê de hin rê û rêbaz hene ku divê hûn bişopînin. (bnr:jinek an jî mêrek çawa tê xapandin ) an jî (ji bo xapandinê hin stratejî).
                                                                 
Guh Bidin;


1.     Serbilind, paqij û cil-ûtîkirî biçe û qeyda xwe li Enstîtûyê çê bike.
2.     Eger Kurdiya te baş be, teklîfa alikariyê bike -jin û mêr ferq nake lê helbet zayenda hember bê baştir dibe ji ber ku ji bo hînbûna zimên divê zimên li zimên bikeve-.
3.     Li hemberî heval û mamosteyên xwe bibe kesekî/ê kubar û nazik. Ev çawa divê? Destûr bidin ji were bibêjim;
·        Ger kesekî/ê di koma Whatsapê de tiştek pirsî bersiveke xweş bidin.
·        Di dersê de gotina tu kesî nebirin.
·        Di ketin û derketina polê de silavan bide heval û mamosteyê/a xwe; Rojbaş, Êvarbaş....
·        Bila li ser maseya we her tim pirtûkekê Kurdî hebe, ji bo axaftinê bila hincet hebin.
·        Di rêza çayê de teklîfa dagirtina çaya hevalên xwe bike.
·        Çend şekira dixwazin bipirse, ger şekir nexwazin +5 points 😊

4.     Ger Kurdiya te ne baş be, alikariyê bixwaze, şerm neke, weke ku Tirk dibêjîn  -Bilmemek değil öğrenmemek ayıp-.
5.     Ger te ji bo alîkariyê soz dabe, bila soza te soz be.
6.     Zû were dersa xwe, bêriya hatina dersê piçekî bixebite, ji bo gotinê bila peyvek te, mînakeke te ya amade hebe. Bila bêjin çi Kurdî-hez e.
7.     Ji çalakiyên Enstitûyê nemîne, Enstîtû li ku be tu jî biçin wira, seyran, qonferans.....
8.     Piştî dersan, ger hevalan bangî te kir, bi wan re here, beşdarî wan bibe, ji bo axaftina te jî pir baş dibe, ji bo têkiliyên te jî.

9.     Heyran tu şerm nake, tu hê jî li benda taktîka yî?? Piçkî jî hûn bifikirin!! 

Yorumlar

  1. Kekê hêja ne carekê heft caran te pîroz dikim ji bo vê tehb û tëkoşana te ya hînbûna kurdî. Her wiha ji bo taqtîkên te jî gelek spas. Min bloga te gelek eciband, ez ê jer bişopînim. Sihet xweş.

    YanıtlaSil
  2. Xelefê Serhedî, min nivîsa te bi meraq û bi dilşadiyeke mezin xwend. Ji ber ku te xwe nas kiriye û te li hemberî asîmîlasyonê serî hildaye û te zora wê biriye te pîroz dikim.
    Û ya din jî bi nivîsandina vê serpêhatiya xwe ya bi êş te karekî pir baş kiriye. Ji bo wê jî te pîroz dikim.
    Nivîsên wiha tesîra wan li ser însanên guh nadin zimanê xwe pir e. Yek kes tenê jî wek diya te tu şiyar kir, şiyar bibe û ew jî dest bi fêrbûna zimanê xwe bike, li hemberî asîmîlasyonê, li hemberî hêzên dagirker serketineke mezin e.
    Te daye ser rêyeke rast, rêya xwe bidomîne.
    Ezê nivîsa belav bikim, ji bo him çend kurdên jî vê serpêhatiye te bixwînin û him jî bloga te nas bikin.
    Te û xîreta te nîşan daye pîroz dikim û hêvî dikim kurdên wek te zêde bibin.
    Gelek sialvên ji dil

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mamoste silav û rêz (niha zanim rêz çiye) hembezek bi Kurdî-hez dişînim û mala te ava, ji ber ku gotina te ji bo min pir girîng e...

      Sil

Yorum Gönder