Lîstika Siyê


    Di zanîngehê asta duyemîn de havalên min ên ji min re gotin;"em ê du hefteyê şunda çi bikin? Şenlîka me despê dike " Ji ber ku min planên xweş didît. Min jî got; "em ê biçin kampê, ji xwe em par rêzîl bûn!" lê tu tiştên me yên kampê tune bûn! min fikirek enfes dît û kompîtura xwe vekir û afîşek çê kir. Sernivîsa min a li ser afîşê wisa bû;"Her dem xeyalên we yên kampê hebûn, lê çadirê we tûne bû! Qet mereq nekin hûn ne bi tenê ne!" Hemû hevalên min li min nêrîn û wekî we gotin;" çi eleqa?" Min jî got;"karişmayin ben de" min nêzî sî hev afîşa amade kirin û min hemû fakulte ya belav kirin! Piştî belavkirina afîşa min, me dît ku hemû zanîngeh benda me sekiniye, roj bi roj zêde dibin! Qet ji bîra min naçe! Tenê fakulte ya "Güzel sanatlar" gotin; em nêzî bîst kes in û çadirên me jî hene!" Çavên bê peretî kor be û çavên bi peretî jî zêdetir kor bibe! Piştî wan, min biryar da, divê çadirê me jî hebin, lê çawa û çi awayî? Ji xwe xoşevîsta min her tim digot;" eger em ê biçin kampê, ji te re suprîza min heye" kelecaniyekê mezin bi min girtibû, divê ez çi bikim, îşê çadirê safî bikim! Min hema Telefona xwe stand û serokê fakulteyan geriyam (ez dibêm serok, di vî demê de WhatsApp tune bû. Mirov vî demê nikarîbû komek çê bike û hemû tiştên xwe li wir parve bike) û min got; "Seatekî şunda werin fakulte ya me" Seatek şunda em kom bûn, min got;" gelî hevalan, ji xwe hûn zanin çadirê me tune ye û fakulte ya entellektûelan ez aciz kirim. Divê çadirê me jî hebe, ma çi ye me kem e?" Piştî axaftina min, çepikekî xurt dan, gellek kefxweş bûm, mirov xwe tişt dihesibîne! :) dîtin ku ez pir cîddî me, gotin;" mîrê me tu yî (ne wisa gotin, lê piçek dişibe:)), tu çi bêjî em ê gotina te bikin. Min jî got;" min piçek lekolîn kir em ê çadirê xwe çê bikin! Ji bo wî perê lazim e û divê kesên ku biçin bi dekan re qise bikin! Ji ber ku çadirê me, seyyar nîne!" Dîsa bi şaş mayî ji min re mezandin û gotin;" li vir tu kes nikare biçe bi dekan re biaxive, ji ber ku pêşberiyê me tu yî. Ev heqe te ye ( dîsa ji min re gaz dan û wan ez xepandim) min jî serê xwe hejand û got;" hûn biçin perê tom bikin, ez jî biçim bi dekan re biaxivim" hevalên min rabûn û çûn, lê ez saetekê zêdetir di cihê xwe de rûniştim. Ji ber ku mamosteyên me nikarin bi dekan re biaxivin, ez çawa biaxivim? Zû têm gazê, zanim lê divê îro safî bikim. Ji ber ku hindik ma! Ez rabûm, lê fikrekê min nîn bû. Ez gihiştim cem asîstana dekanê! Wisa bi hers li min dinêre, sankî bavê wê ez kuştime! Min got;" ji bo projeyeke dixwazim bi dekan re biaxivim" wê jî got;"niha dekan pir bi hers e, ji bo "bahar şenlikleri" hin planên me yên ne baş diçin, biya min tu yê paşka werî baştir dibe!" Mirov carna difikire, lê tu tişt nikare bibîne. Carna jî fikir bi xwe tên rastiyê te. Vî demê jî wisa hat hemberê min, hindik mabû jinikê maç kirima :). Min jî got;" ji xwe min projeya xwe ji bo şenlîkê çê kiriye" min hê gotina xwe xilas nekiribû, Telefone rakir û ji min re got;"tu kîjan fakulte ye tê? Min jî got;"a a a aaa avahîsaz" ez ketim sitresê, lê divê hişyar bim ji ber ku keçik bi testên xwe, ji min re îşaret dike û dibêje biçe benda te ye! Ez çûm ba deriyê dekan, çavên wî bi hersê sor bibû! Ez gotina jinikê qiymet nedabûm. Bi hers bûyî ji min nêrî û got;" Çi bû zû bêje, projeya te ya şenlîkê çiye?" Çawa gotina xwe xelas kir du kes jî ba wî bûn, bin simbêlê xwe dikeniyan. Bi biçûk nêrîna wan diyar bû ku, wan keran dekanê me yê bi qiymet aciz kiribûn. Dekan dîsa bangê min kir, lê îcar ne bang bû, diqiriya! Min jî got;" mamoste ez dixwazim bi taybetî biaxivin" îcar dekan jî wekî wan ji min re dinêriya! Lê ew jî însan e! Mereq dikir û got;" Ca ji me re 5 deqqe misade bikin!" Îcar ew li peşiya min diçin, kenîna bin simbêlê dora min bû! :) Ew çûn em bi tenê man. Ez jî hemberî wî rûniştim, min destpê kir;" Mamoste ez dizanim, ji bo ku par şenlîkê me ne xweş derbas bibû, îsal jî hê tiştekî xweş ne di holê de ye. Di kampusê de her kes qala wan tiştan dikin, tu jî ji bo wî aciz dibî!" Çawa min qala van tiştan dikir, ew jî serê xwe dihêjand û ji min re cesaret dida. Êdî pê de tu kes nikare min bigire. Min di dilê xwe de got! Ka peşiya min vekin, ez ê bifirim! Min gotina xwe berdewam kir;" projeyeke  min ê enfes heye, em îsal dixwazin cîhê şenlîkê kamp bikin! Eger kesên ku navdar neyên jî pirsgirek dernaxin, ji ber ku problema me ne stranbêjên navdar e. Problema me,  tenê sê-çar rojên me hene, di wan sê-çar rojan de dema me xweş derbas bibe, bes e!" Dekan jî got;" çawa? tenê kamp çê bikin her kes kefxweş dibe?" Min jî got;"Na! tenê kamp têrê wan nake helbet! Dibe dîsa konsera me jî hebe, lê piştî konsera nahêlin em li vir bisekinin, eger em li vir bisekinin. Behr hebe, çadir û standa araqê jî hebe demên xweş derbas bikin! Ji ber ku di kampusê de her kes dibêje "Zanîngehên din Sezen Aksu tînê, em jî şenlîkê xwe navê nebihîstiye wan re dikin! Ji xwe mirovên bi çadirê tên, lê piranî nikarin evarê li wir bimînin, ji ber ku cihê mayîna wan tuneye! Eger tu tiştên wisa bikî! Sed sal jî derbas bibe navê te her tim tê gotin" Dekan jî got;" tu rast dibêjî lê ev qas çadirê ez ê çawa eyar bikim? Perê me îsal hindiktir e!" (Ez jî di dilê xwe de dibêjim "Yaw ez ji bo çi hatim, axaftina me diçe li ku?" Dekanê me pir saf derket)

Min dîsa destpê kir;" Mamoste ji bo çadirê helbet perê pir diçe, lê em ê tiştên sabît çê bikin nabê? Ji bo ev qas kesê re çawa dibe, ez jî nizanim, lê ez ê bi hevalên xwe re çê bikim!" Çavê wî mezin bû û rabû, hindik mabû min hembêz bike! Piştre jî got;" çi lazim bibe, her tim dikarî li min bigerî û sibeh jî projeya xwe bîne ez ê lê binêrim!" Ez çûm lê di dawiyê de ez xwe kerîz hîs dikirim, min çima tiştên wilo kir? qet nepirsin ez jî nizanim! Her wiha hevalên min û serokên ku ji bo kampê eyar kiribûn benda min bûn! Çawa min dîtin, serê xwe nikaribûn rakin. Min jî got xêrê çi bû? Gotin;" me perê pir hindik eyar kirin!" Min jî got;" biçin! bi hemû pereyên ku cem we ne kumaşa çadirê bistînin, piştre jî li min bigerîn! Ez jî bi hevala xwe re diçim malê. Em jî projeya cihê çadirê çê dikin" em belav bûn, ez û hevalên min dimêşin. Xoşewîsta min pirs kir;" Projeya çi? tu ji bo îzna cîhê mayînê neçûbû?" Min jî got;" Di destpêkê de dekan saf bû, di dawiyê de ez!" Em gihîştin malê min kompîtura xwe vekir û destpê projeya kir, di nêv seatê de xelas kir ji ber ku hesan bû. Tenê cihê sed heb çadirê min cîh kir û bi penç hev kalas û devdorê kalasan jî bi qumaşa çadirê bipêçim qediya û xelas :) hemû xweş bû, hemû jî erzantir bû! Divê herî kêm hezar metro jî qumaş were standin. Serokên ku ji bo standina qumaşê çûbûn, Telefone min kirin û gotin;" perê me tenê 5sed metro qumaşa têr kir" xwedê bela we bide min jî got;" mereq nekin, ez ê sibeh ji dekanê bixwazim" şaş man, welê ez jî wekî wan şaş mam. Lê gotina wî hat bîra min "çi kemasiya we hebe her tim dikarî min bigerî" û karta xwe jî ji min re dabû! Min karta wî derxist û benda sibehê nesekinim. Telefona xwe derxist û geriyam;" Mamoste merheba, (ez filankes kurê filankes :) na lo/ê hê vî demê Yehya zarûk bû, nikaribû biaxive helbesta çi:)) Mamoste Projeya min xelas bû, ez îro ji te re bişînim, tu jî lê binêre! Em dem derbas nekin! Eger tu jî bêjî temam, piştre em dîsa biaxivin"min telefone girt û meyîlê şiyand. Ez ketim dîsa sitresê, lê baş e ku hevalên min cem min bûn, nizanim çend deqqe şûnda mamoste geriya û got;" eferim ji te re, ev dibe! Ji bo çê kirina çi kemasiya we hebe bêje!" Min hema bersiv da;" mamoste me 5sed qumaş eyar kirin lê 5sed kêm in û divê 5sed jî kalas hebe" Mamoste jî got;" were cem min ez ê eyar bikim" baz dam çûm cem wî, wî çawa ez dîtim, kesên din re got;" dema ku wî zilamê dibînim, ciwantiya min tê bîra min" mala te ava mamoste lê mijarê me ne ev e! Min heqê qumaşa stand û ji bo kalas jî cîh got, kamyon jî eyar kir! Tenê tiştek mabû, wan çadirê kî çê dike? Bersiv;"Tabîkî Ez" min got mamoste;" tenê tiştek ma, divê wan çadiran em çê bikin, lê pir dem distîne û pir kesan jî lazim e! Ji bo kî di wê karê de bixebite divê desthilatdar be û li zaningehê xuya bibe ku piştre pirsgirek dernekeve!" Dekan;" navê wan ji min bînê bes e" her tişt amade bû, min nêzî pêncî kesên eyar kirin û mê destpê kir!
(Çêkirina Projeya min mala Bungalov bû, lê xilas kirina me!!! Dev jê berdin)
Me di hefteyekê de xelas kirin, 96 hev Bungalov( ez dibêjim Bungalov, lê hûn êdî zanin cîhekî çawa bûye) çê kirin, di hundirê çadirê de bi rehetî 8 kes dikaribû rakeve! Ev jî dike 768 kes. Di dawiyê de dekanê me hat cem me û diyarê ku pir kefxweş bûye.
Erê ew roj hat! Şenlikê me îro destpê dike, îro ez jî pir kefxweş im, ji ber ku bi otobusê naçim, bi erebeyê dekan re diçim! Xoşewîsta min jî cem min e! Ji min re wisa dinêre, qey ez Ferhat im, çiyayê ji bo wê qul kirime! Diyar bû ku îşev, surprîza wê derkeve holê :)
Em gihîştin, Dekan çû ser dikê! Piçek axivî û bangê min kir! Şaş mam û hevalên min tev da, ez jî çûm ser dikê. Mamoste digot;"Eger ew nebûya, şenlikê me bê vatedar dima û ji bo wî spasiya xwe cem we dîsa dişînim. Mala te ava!"çepikek xurt dan ji bo min, min şerm kir, lê mamoste ne ji bo te bû! Her tişt ji bo surprîza xoşewîstê min bû!  Me rojek xweş derbas kirin û di dawiyê şevê de! Ez û xoşewîsta min çûn cem çadirê xwe. Ev çadir tenê yê me bû! Min hek kir! Ne wisa?


Her der tarî bû, em ketin çadirê xwe! Xoşewîsta min got;"roja mezin hat!" Û wê ez paçî kirim! Paçîkirina me xelas nedibû! Piştre jî got;"Ez di tariyê de nikarim hev şa bibim!" Û ji çanteyê xwe lambe derxist û pê xist! Me jî wekî di bin tirêjên rojê de hev şa bûn! Îşê me xelas bû, min potê xwe li xwe kir! Divê ez biçim cixare bikşînim! Çawa min serê xwe ji çadirê derxist her kes li min dinêre bi kenê çepik lê didin! Ez jî kefxweş bûm çûm cem wan! Lê kena wan her tim zêdetir dibû! Min serê xwe zivirand, Vay li min bavo! Min ê çi bidîta! Di hûndirê çadirê de her tişt xuya dike, siyê eceb bû! Di hundirê çadirê de kermêş jî xuya dikir! hemû sucê lambe û xoşewîsta min bû! Baz dam û min lembeya pif kir û nifiran jî avêt ser xoşewîsta xwe! Ew jî pir xemgîn bû, ez jî! Em qet derneketin! Sibeh bû, em çûn ji bo ku taşte bixwin her kes ji me re dinêre û dibêjin;"Gelo îşev jî "Hacivat û Karagoz" dilîzin" ew nav sê sal li piştê min de bû! Lê xoşewîsta min, xwe xelas kiribû! Sala din bi erasmusê çûbû Polonyayê!
Nîşe: Ev ne bîraniya min bû, ya hevalê min bû! :)

Yorumlar