Fêmkirina jiyana xwe - Gava Yekem



Di salên 80î de çavên xwe di behrê de vedikim û bi alikariya dûvê xwe soberî dikim. Lê ne soberiya kêfê ye. Vira qiyamet e, nikarim bijmêrim lê dibêjin; sê sed milyon rêhevalên te hene. Em bi hev re avjeniyê dikin, kelecaneke min girtiye. Divê di ve pêşbaziyê de ez bibim bîrîncî 😊 Lez didim, pişta xwe dinêrim, gelek kesên ku ji behrê derdikevin, dimirin. Wê demê ez jî biryara xwe didim û dikim bizîvirim aliyê din. Min li ser rê beybûnfiroşek dît, di nav wê qelebalixê de çava hat bîra min nizanim lê min got dest vala neçim, got;
-Beybûnfiroş! Ca zû zû paketeke amadeke bike.
Beybûnfiroşa fîstan sor got;
-Hay hay...
Min pere avêt wê jî beybûn avêt, me li hev kir. Li pêşiya xwe dinêrim rêyeke dirêj li benda min e, hema bêje vira qiyamet e, ji sûka Emînonu xerabtir e.
   Çi qas biçim ev qas kes jî li pişta min dimînin. Xwesteka min tene ev e ku; ez nemirim (kekê Gilgameş hat bîra min, rehmetlî jî dixwest nemire). Ji xwe hemû kes dixwaze bije, lê ti kes qasê ku ez dixwazim naxwaze. Êdî di destpêka jiyanê de. Rêyekê wilo (😊) dijwar di destpêke de çima û çawa anîne pêşiya min? Nizanim! Lê ev pirs ne xema min bûn. Tenê pêşbaziyê di dilê min de cihekî mezin girtibû. Min rêyeke pir dirêj û dijwar xelas kir. Em tenê sed kes mabûn, rêhevalên din di wê rêya zehmet de mirîbûn -xwedê cihê wan bike cinet-. Ez û hevalên xwe yên sax (dibêjim heval lê ya bi rastî ne hevalên min in, raqîbên min in) li ber diwarekî sitûr sekînin. Her kes ditirsiya ez jî di nav wan de. Divê vî diwarî jî derbas bikim, nefeseke kûr bistînim û baz bidim. Ez zanim, raqîbên min jî mîna min difikirin, lê divê yekem ez bikevim hundir, çima divê yekem ez bikevim hundir? Pirseke xweş e. Ca ji we re bersiv bidim, ji ber ku beybûn hemû deriyan vedikin (mîna reklama qredî qarti bû). Heyran!! Di nav wê geremolê de beybûn stendin tenê hat bîra min, helbet divê ez bikevim hundir. Û ketim...  

   Çawa ketim hundir, ronahiyeke dibînim û bextewar dibim ji ber ku êdî ew rojên tarî neman. Pişta xwe dinerim, dêrî hatiye girtin ti kes nikare bikeve hundir, êdî ev bajarok dibe paytexta qiraltiya min. Difikirim difikirim navê ku yekem tê bîra min lê dikim ‘Miş > Mûş’.
   Êdî xwediyê bajarekî me û divê li der dorê binêrim, gelo axa bajêrê min, ava bajêrê min çawa ye? Li der dora wî behr heye? Ger behr hebe teqez divê hin otelên pênc-stêrk jî bên ava kirin. (di zikê diya xwe de min biryar daye ku ez ê bibim mîmar)

   Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê guhdaran, dîsa di hundirê behrê de me û hîn bûme ku bajarokê min behrê nabîne, ji xwe bajarokekî avêlorî ye. Îcar cihê min xweş e ha! Mîr im Mîr! Rodiya navika min heye. Çima min girê didin ez heyran, dibe ku naxwazin ez biçim cîhekî an jî ditirsin? Ev tayê ku min digire hin hîsên ecêb dixe nava min, mîna ku asîman bê stêrk bene, Kurdistan bê çiya nebe. Min jî ferq kir ku ger ev ta tunebe ez nikarim jiyana xwe bidomînim û dîsa tişta ku min mezin dike ev ta ye. Ew wisa zikê min têr dike, kêf kêfa min bû. 
Ev jî bila li vir bisekine:
                             ‘Bedava yaşıyoruz, bedava;
                                        Hava bedava, bulut bedava’
Di hundirê min de Gimgimekî destpê kir, Gimgimeke mîna hespekî boz ku di zozanên Kurdistanê de baz dide, bê bask difire mina wisa bû... Ev dengê GimGimê nahêle tiştan bifikirim û bibihîzim. Piştre ez fêrî vî dengî jî bûm, êdî min aciz nedikir. Êdî dengan dibihîzim. Qêrîn û hawar tên, birûyên tengiyê xelas nabin. Carna zilamek dihat û her dem eynî tişt  digot (dengê wî mîna ku di şevê tarî de çirayek pêxî, dilê mirov ronî dikir. Ew jî ronahiya ber dilê min bû, ji ber ku ez li cihekî bê reng bûm, ya bi rastî reng çi yê wê jî nizanim);
-Keçê, eger ku tu edî nikarî ve êşê bikşînî em dikarin biçin doxtor û te ji vê êşê      xelas bikin.
Kurtaj murtaj digot, gelo ev tê çi wateyê? Ji xwe min hêvî nedikir ku ev deng tiştekî xirab bêje!
 Bersiv hat -dengekî westiyayî-;
-Welle edî nikarim, pîr bûme!
Wî zilamî jî got;
-Dê rabe em biçin!
Ji min re çi, bila biçin cihê min xweş e! Lê ez jî bi xwe re birim. Yaw ti kes ji min fêm nake, hûn çima min rehetsiz dikin?
Dîsa dengekî xweş tê û dibêje;
-Em ji bo kurtajê hatin.
Dîsa ''kurtaj'' ev çiye lo? Elooo!! Bila yek bersivekî bide.
Bersiv ji zilam re hat;
-Jinik li ku ye?
Dengê ronî hêrsbûyî bersiv da;
-Tu nabinî? Çawa ji êşa xwe dinalê?
-Xalo we çi kir, 50 salî we çawa kir?
Û keneke mîna Erol Taş tê bihîstin, kha kha kha.
Bersiv bihêrs bû;
-Tu distinî an na?
Kha kha kha bersiv da;
-Temam temam... (wek ku bêjî ‘yemedik’)
Bang kir;
-Odeyê amade bikin!
Piştre dengek ji nêz ve hat û got;
-Ev çi ne? Hûn ê bi van çi bikin?
Bersiveke sar;
-Em ê zarokê te bi alîkariya van bistînin!
Gelo zarok çi ye, tê xwarin?
Çima ew ev qas tirsiya, lerizîna laşê wê hîs dikim, û got;
-Çiiiiii? ez ji vê êşê bimirim jî, hûn nikarin van bixin hundirê min!

 Min wê deme ferq kir! Min naxwazin û fêm jî nakin. Min ji bo wan behrên çawa, çiyayên çawa derbas kirin , di navbera sê sed mîlyon kesan de bûm bîrîncî. Lê wan çi kir?
Wan ji ber êşêke hatin min bikujin...
Ez ya ez! (Tu dibêjî qey anha Küçük Emrah ê derkeve û dest bi axaftine bike 😊 )
Min ji bo wê beybûn jî anîbûn!⤀

Yorumlar